Mesrûr Barzanî Roja Cîhanî ya Jinan li jinên Kurdistanê û cîhanê pîroz dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamekê bi helkefta Roja Cîhanî ya Jinan belav dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Înî, 08.03.2024) peyamek bi helkefta Roja Cîhanî ya Jinan belav kir, ev jî deqê peyama wî ye:

Bi helkefta heştê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, ez pîrozbahiyeke gerim arasteyî tevaya jinên Kurdistanê û cîhanê dikim, serkeftin û jiyaneke pirî serfirazî ji wan re dixwazim. Ez herdem piştevaniya daxwaziyên wan ên rewa dikim û berevaniyê ji mafên wan dikim, pêxemetî civakeke azad û tendirust.

Di vê rojê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe li ser parastina mafên jinên Kurdistanê û baştirkirina rewşa wan û bihêzkirina pêgeha wan di biyavên desthilatê û desthilatdariyê û bihêzkirina bingehên wekheviya zayendî tekez dike.

Roja Cîhanî ya Jinan li jinên Kurdistanê û cîhanê pîroz be û ez hêvîdar im herdem di aştî û şahiyê de bijîn.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

8ê Adara 2024ê