Zeyneb Zinar: Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gelek waran de rol daye jinan

Zeyneb Zinar
Zeyneb Zinar

Navenda Nûçeyan (K24) - Efsereke Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amajeyê dide, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di birêvebirina biyavên siyasî û kargêrî de rol daye jinan”. Herwesa dibêje, “Dîroka Kurdan diyar dike ku jinên Kurdistanê roleke çalak hebûye”.

Efsera Hevahengiyê li Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Zeyneb Zinar îro (Înî, 08.03.2024) ji K24ê re ragehand, “Ji bo jinên Kurd giring e ku di her warekî de kar bikin, rolê xwe yê erênî û astê xwe yê pêşkeftî berçav bikin û bi şiyanên bilind diyar bibin”.

Wê efserê amaje jî da, “Jinên Kurd bi dirêjahiya dîrokê roleke mezin û giring di warên civakî, siyasî, aborî, bazirganî, şoreşgerî û rewşenbîrî de hebûye”.

Zeyneb Zinar tekez jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dirêjahiya jiyê xwe û taybet di Kabîneya Nehê de û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi xwe jî giringiyeke zêde daye rol û pêgeha jinan”.

Navbiriyê ron jî kir, “Jinan di kabîneyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de rol di dana biryaran û birêvebirina biyavên siyasî û kargêrî de hebûye û tevlî pêşkeftina sîstema siyasî û kargêrî ya Herêma Kurdistanê bûne”.

Her sal li roja 8ê Adarê, ku Roja Cîhanî ya Jinan e, li Herêma Kurdistanê jin çend çalakiyên cuda cuda dikin. Hejmareke rêkxistinên jinan û şarezayên warê civakî jî wesa difikirin ku belavkirina hişyariyê bi rêya kor û semîneran ji bo civaka Kurdî pêdivî ye, ji bo ku têgehiştineke baş ji bo arêşe û pirsên jinan hebe.