Dihok.. hejmareke jinên karsaz di Roja Cîhanî ya Jinan de tê xelatkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di Roja Cîhanî ya Jinan de û bi amadebûna parêzgerê Dihokê, merasîmek ji bo xelatkirina heşt jinan li parêzgeha Dihokê tê kirin. Jineke karsaz jî amajeyê dide ku pirojeyeke biçûk çê kiriye û amade ye bi westiyana xwe jiyara xwe dabîn bike.

Îro (Înî, 08.03.2024) di Roja Cîhanî ya Jinan de û bi amadebûna parêzgerê Dihokê, merasîmek ji bo xelatkirina heşt jinan li parêzgeha Dihokê hat kirin.

Viyan Seyde, ku yek ji wan jinên karsaz e yên ku di wê merasîmê de hat xelatkirin, ji K24ê re ragehand, “Ez xwe bextewer dibînim ku min pirojeyek heye û bi rêya wê pirojeyê jiyara 15 malbatan tê dabînkirin”.

Viyan Seyde ron jî kir ku, karekî wesa kiriye ku jin û mêr di karkirinê de wekhev bin. Herwesa got ku, wê pirojeya wan feydeyê giştî jî heye û gelek kes feydeyî jê werdigirin.

Herwesa Parêzgerê Dihokê Elî Teter jî di daxuyaniyekê de taybet ji K24ê re ragehand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî pilaneke mukom danaye, ji bo ku derfeteke baş çê bibe ku jin bikarin di hikûmetê û kertên cuda cuda de rolekî giring bigêrin”.

Parêzgerê Dihokê herwesa got, “Armanca Serokwezîrî ew e ku jin postên bilind û bibandor di hikûmetê de werbigirin. Di vê çarçoveyê de jî, ji bo cara yekê li parêzgeha Dihokê ji bo birêveberiya komelgehekê jinek hatiye hilbijartin”.

Her sal li roja 8ê Adarê, ku Roja Cîhanî ya Jinan e, li Herêma Kurdistanê jin çend çalakiyên cuda cuda dikin. Hejmareke rêkxistinên jinan û şarezayên warê civakî jî wesa difikirin ku belavkirina hişyariyê bi rêya kor û semîneran ji bo civaka Kurdî pêdivî ye, ji bo ku têgehiştineke baş ji bo arêşe û pirsên jinan hebe.