Tendirustiya Xezzeyê: Hejmara keştiyên şerê Xezzeyê gehişt 30.878 kesan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê nûtirîn amara kuştî û birîndarên şerê Xezzeyê belav dike.

Li dû zanyarên Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê, heta niha 30.878 kes ji ber êrîşên Israîlê hatine kuştin.

Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê herwesa ragehandiye, “Ji destpêka şerê Xezzeyê heta niha, 72.404 kes jî birîndar bûne”.

Herwesa di wê ragehandina Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê de hatiye, “Di 24 seetên borî de 78 kes hatine kuştin”.

Roja 7ê Cotmeha 2023ê, Bizava Hemasê êrîş kir ser Israîlê, ji bo dema çend rojan jî deverên Israîlê moşekbaran kirin û zêdetirî hezar û 400 kesan kuştin û zêdetirî 240 kesan jî revandin, ku heta niha zêdetirî 100 ji wan hatine azadkirin.