Dizeyî: Hevpeymanî ji biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê nîgeran e

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û berpirsên Amerîkayê de, bi hûrî guftûgo li ser pirs û mijaran hate kirin û wan jî ji nêzîk ve guhdarî li wan mijaran kirine.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di çarçoveya beşdariya di bernameya “Bo Hemûyan” a K24ê de got: “Berpirsên siyasî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê di heyama 30 salên borî de, bi awayekî berdewam serdana Amerîkayê kirine û di asteke bilind de pêşwazî li wan hatiye kirin.”

Dizeyî got jî: “Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê di demeke hestiyar de hat, bi taybetî ku Rojhilata Navîn rûbirûyê gelek kirîz û kêşeyan bûye û Iraq jî di nava çend pirsgirêkên siyasî, yasayî û ewlehî de ye.”

Diyar kir: “Di civînên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û berpirsên Amerîkayê de, bi hûrî behsa wan mijaran hatiye kirin û wan jî bi baldarî guh dane wan pirsan.”

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve amaje bi wê kir jî, serdan û pêşwaziya li Serokwezîr Mesrûr Barzanî, belgeya giringiya Amerîka bi Serokwezîr û kabîneya wî û qewareya Herêma Kurdistanê ye.

Dizeyî da zanîn, Herêma Kurdistanê li gor sîstema federalî, destûra Iraqê û rêkeftinên navdewletî, mafê xwe heye ku bi cîhana derve re peywendiyan deyne, di vê çarçoveyê de jî welatan konsulxaneyên xwe li Herêma Kurdistanê vekirine.

Amaje bi wê jî kir, “Bi giştî, nîgeraniyek li hember biryar û kiryarên hikûmeta Iraqê û Dadgeha Federalî yên li dijî Herêma Kurdistanê heye û Amerîka û Wezîrê Derve yê wî welatî bi eşkere daxwaza cîbicîkirina destûrê weke ku heye dikin.”

Dizeyî tekez kir, Kabîneya Nehem bi giştî kabîneyeke yekgirtî ye. Eger hikûmet aliyê sereke ya muxataba bi Iraqê be, wê demê yekrêzî û bihêzbûna kabîneyê hîn zêdetir xuya dike.

Dizeyî di wê baweriyê de ye ku pêşxistina serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê, berî serdana Mihemed Şiya Sûdanî, ji bo wan zextên ku bi awayên curbicur li ser Herêma Kurdistanê hatine çêkirin, vedigere.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser vexwandineke fermî roja 24.02.2024an gihîşt Washingtonê û li Koşka Spî, Wezareta Derve û Kongressê bi rayedarên payebilind ên Amerîkayê re çendîn hevdîtin pêk anî. Mijarên sereke yên hevdîtinan jî, pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de û dawîn guhertin û pêşhatên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê bûn.