Efrînî bi dilekî şikestî pêşwazî li meha Remezanê dikin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Xelkê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bi dilekî şikestî pêşwazî li hatina meha Remezanê dike. Li gorî welatî û firoşkaran, bazara Efrînê li gorî salên borî pir lawaz e, liv û tevgera xelkê jî kêm e û ji ber rewşa aborî, ew nikarin pêwîstiyên xwe bikirin.

Zêdebûna nirxê madeyên xwarinê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, jiyana xelkê bajêr zehmet kiriye û amadekariyên wan ji bo cejna Remezanê sînordar kiriye.

Niştecihên bajêr gazinan dikin ku par nirxê kelûpelan hinekî erzan bû, lê îsal du sê qat zêde bûye û xelk nikarin pêdiviyên meha Remezanê bikirin.

Lewazbûna diravê navxwe, bilindbûna nirxê şekir, birinc, rûn û kirêya veguhestinê, bûye sedema nîgeranî û nerazîbûnê, welatî daxwaz ji rayedaran dikin ku çareyekê ji vê rewşê re bibînin.

Ji dema dagîrkirina bajêr ve, ji bilî têkçûna rewşa ewlehî, rewşa darayî ya xelkê roj bi roj xirabtir dibe, welatî jî bang dikin ku divê desthilatdariya xwecihî zêdetir hevkarî û hevahengiyê bi rêxistinên mirovî û navdewletî re bike, ta ku alîkariyên mirovî û jiyanê bigihe herêmê.