Nivîsgeha PDK-Sê li Dêrikê hat şewitandin

Nivîsgeha PDK-Sê li Dêrikê
Nivîsgeha PDK-Sê li Dêrikê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî Kobanê, Dirbêsiyê û Amûdê, nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li Dêrikê hate şewitandin.

Malpera PDK-Sê belav kir, “Nivîsgeha PDK-Sê ya li Dêrikê şeva borî ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve hate şewitandin.”

Ev yek piştî wê tê, di çend rojên borî de, ofîs û nivîsgehên PDK-S û ENKSê li Kobanê, Dirbêsiyê û Amûdê jî rastî êrîşan hatibûn.

Derbarê êrîşên li ser nivîsîngehên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê de, Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê roja 8ê Adarê peyamekê li ser tora civakî ya “X” belav kir û tê de got, “Em li hember êrîşên li ser nivîsîngehên ENKSê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dilgiran in”.

Herhisa Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê bang li tev aliyan kir jî ku tevlî danûstandinên aştiyane bibin ji bo pêkanîna daxwaz û armancên gelê Sûriyeyê bê tundîtûjî.