Partiya Însan û Azadî piştî 6 salan bi fermî hat qebûlkirin

Diyarbekir (K24) – Partiya Însan û Azadî ku di bingeha xwe de li ser esasê Kurd û Kurdistaniyê hatiye avakirin lê ji bo çareseriya pirsa Kurd xebatên gelemperî yên siyaseta Tirkiyeyê jî daye bar xwe, piştî 6 salan hat damezirandin. Serokê Giştî yê PÎAyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo çareseriya pirsa Kurd û maf û azadiyên Kurdan, ew ê bi oldar û muhafazakarên Tirkiyeyê re pêwendiyên berfireh deynin.

Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya, îro (10.03.2024) li Diyarbekirê daxuyaniyek da çapemeniyê û ji bo raya giştî ragihand ku piştî têkoşîna wan a 6 salan, partiya wan ji aliyê Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê ve bi fermî hatiye qebûlkirin.

Serokê PÎAyê diyar kir ku wan di serî de partiya xwe bi navê ‘Partiya Hêviya Gel’ ava kiribû û di kongera xwe ya 1emîn de wan navê partiyê bi ‘Partiya Însan û Azadiyê’ veguherandiye û ji wê demê ve ji bo ku partî bi fermî bê damezirandin; serlêdanên wan ên fermî dewam kirine. Hat diyarkirin ku partiya ku 10 roj berê serlêdana wê hat qebûlkirin, êdî dê di warê siyasî de ji bo maf û azadiyên gelê Kurd û bi taybetî jî ji bo pirsa Kurd dest bi xebatan bikin.

Ahmet Kaya di daxuyaniyê de bal kişand ser siyaseta partiyê û diyar kir ku partiya wan li ser esasen Kurd û Kurdistanî ye lê ji bo pirsa Kurd di asteke dorfireh de bê çareserkirin û mayînde be, divê pêşî oldar û muhafazakarên Tirkiyeyê di vî warî de werin qahihkirin ku hêza wan a di pirsen civakê de li ber çavan e.

Serokê partiye bi berdewamî got ku her çiqas ew wekî partiyeke Kurdistanî bin jî bernameya wan fireh e û ew ê ji bo mafên Kurdan wekî partiyeke Tirkiyeyê jî bi aliyên Tirk re dan û stendinê bikin.