Li Hezoya Êlihê erdhejek çê bû

Erdhej
Erdhej

Diyarbekir (K24) - Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Li Ser Erdhejan a Kandîliyê ve hat dayîn, îro (Yekşem, 10.03.2024) li Hezoya ser bi Êliha Bakurê Kurdistanê ve erdhejek çê bûye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Li Ser Erdhejan a Kandîliyê de hat ragihandin ku erdheja navborî li gundê Derçoçê yê ser bi navçeya Hezoya Êlihê ve çê bûye.

Hat diyarkirin ku ew erdheja di seet 10:03 de çê bûye, bi hêza 3.4 bûye û kûrahiya wê jî wekî 5.7 kîlometir hatiye pîvandin.

Hêjayî gotinê ye ku ji erdhejên 6ê Sibatê û heta niha, ev salek e li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 56 hezaran zêdetir erdhejên hûr û gir hatine tomarkirin lê ji ber van erdhejan xisarên mezin û rûxandêr çê nebûne.