Elî Teter: Em bê cudahî pirojeyan li sernaserî parêzgeha Dihokê bi cih tînin

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê radigehîne, “Em dê di dema bê de berê binyatî ji bo gelek pirojeyên xizmetkariyan bê cudahî li sernaserî parêzgeha Dihokê danin”. Herwesa dibêje, “Piraniya wan pirojeyan dê girêdayî kertê geştyariyê bin”.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Yekşem, 10.03.2024) di konfiranseke rojnamevanî de behsa pilana îdareya parêzgeha Dihokê ji bo meha Remezanê, bicihanîna pirojeyên cuda cuda yên xizmetkariyan û çend mijarên din kir.

Parêzgerê Dihokê di derheqa meha Remezanê de got, “Xelkê Dihokê gelek rêzê li meha Remezanê digire. Her biryar û rênimayeke ji aliyê Wezareta Ewqafê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve derbikeve, em dê pabendî wê bin. Em dê paşî bi birêveberiyên girêdayî Ewqafê li parêzgeha Dihokê re jî bicivin”.

Elî Teter herwesa ji xelkî daxwaz kir, “Ev meh meha seyranan û derbazkirina demên xweş bi nas û dostan re ye. Me pê xweş e xelkê xwe dilxweş bibînin. Tevî ku parêzgeha Dihokê pakijtirîn parêzgeha Îraqê ye, lê em daxwazê ji hemî aliyan dikin ku jîngehê biparêzin û dema diçin seyranan, cihên xwe pakij û bijîn bihêlin”.

Navbirî di derheqa bicihanîna pirojeyan de jî got, “Em dê di vê demê de berê binyatî ji bo hejmareke zêde ya pirojeyên xizmetkariyan danin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî razîbûna xwe li ser wan diyar kiriye. Ew piroje li tevaya bajar û bajarkên parêzgeha Dihokê bê cudahî û bi awayekî dadperwerane tên bicihanîn”.

Parêzgerê Dihokê tekez jî kir, “Gelek ji wan pirojeyên ku di dema borî de berê binyatî jê re hatibû danan, nêzîk e ku karên wan bidawî bên û paştir dê bikevin di xizmeta welatiyan de. Gelek ji wan pirojeyan geştyarî ne, em dixwazin sîmayê xweşik ê parêzgeha xwe xweşiktir bikin”.