Hikûmeta Herêma Kurdistanê helsengandinê ji bo rewşa bazarî dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê helsengandineke hûr ji bo rewşa bazarê karî li Herêma kurdistanê dike û rêçareyekê jî ji bo arêşeyan peyda dike.

Wezareta Kar û Karûbarên Civakî bi hevparî li gel bernameya Neteweyên Yekgirtî ji bo pêşxistinê û Ajansa Amerîkayî ji bo pêşxistina navdewletî, di çarçoveya workşopekê de helsengandinê ji bo rewşa bazarê karî li Herêma Kurdistanê dike.

Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kwêstan Mihemed ji Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragehand, “Merem ji wê workşopê rêkxistina bazarê karî û berbestên di rêya derfetên karî û karkirina lawan li Herêma Kurdistanê ye”.

Wezîra Kar û Karûbarên Civakî herwesa got, “Em li ser astengên di rêya rewşa bazar û karî de lêkolînan dikin, paştir bi rêya raportan sedem û çareserî ji bo Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Civata Wezîran tên berçavkirin, ji bo wergirtina biyar û çareseriyên pêdivî”.