Serok Barzanî: Ez ji Xudayê mezin dixwazim Remezan ji bo gelê me bibe sedema xêr û bereket û aramiyê
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi helkefta hatina meha Remezanê, Serok Barzanî pîrozbahiyê li tevaya Misilmanên Kurdistanê û Îraq û cîhanê dike.
Di pareke peyama Serok Barzanî de hatiye, “Ez ji Xudayê mezin dixwazim rojî û nivêj û lavayên tevan qebûl bike û meha pîroz a Remezanê ji bo gelê me bibe sedema xêr û bereket û aramiyê”.
Deqê peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xudayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina meha pîroz a Remezanê, ez pîrozbahiyê li tevaya Misilmanên Kurdistanê û Îraq û cîhanê dikim. Ez ji Xudayê mezin dixwazim rojî û nivêj û lavayên tevan qebûl bike û meha pîroz a Remezanê ji bo gelê me bibe sedema xêr û bereket û aramiyê.
Mesûd Barzanî
29ê Şabana 1445ê Koçî
10ê Adara 2024ê Zayînî