Serokê Herêma Kurdistanê meha Remezanê li tevaya Misilmanan pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi helkefta hatina meha Remezanê, Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li tevaya Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dike.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 10.03.2024) belav kir, “Bi helkefta hatina meha pîroz a Remezanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji dil pîrozbahî li tevaya Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dike”.
Serokê Herêma Kurdistanê hêvîdar e ku meha Remezanê seqamgirî û tenahiyê bi xwe re bîne û ji bo tevan bibe sedema xêr û xweşî û dilrihetiyê.
Nêçîrvan Barzanî herwesa gotiye, “Bila hatina vê meha pîroz û ders û sembol û manayên wê, derfet û palderên me tevan bin, ji bo berdewambûna li ser tebayî û lêborîn û pêkve karkirinê, pêxemetî xêr û qencî û nirxên bilind ên mirovî û aştî û niştîmanî”.
Navbirî amaje jî da, “Xudayê mezin gel û welatê me biparêze û rojî û îbadetê tevan qebûl bike”.
Deqê peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:
Bi helkefta hatina meha pîroz a Remezanê, ez bi germî û ji dil pîrozbahiyê li tevaya Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim, hêvîdar im seqamgirî û tenahiyê bi xwe re bîne û ji bo tevan bibe sedema xêr û xweşî û dilrihetiyê.
Bila hatina vê meha pîroz û ders û sembol û manayên wê, derfet û palderên me tevan bin, ji bo berdewambûna li ser tebayî û lêborîn û pêkve karkirinê, pêxemetî xêr û qencî û nirxên bilind ên mirovî û aştî û niştîmanî.
Xudayê mezin gel û welatê me biparêze û rojî û îbadetê tevan qebûl bike.