ENKS: Serhildana 12ê Adarê gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê kir yek û baweriya wî bi wî vegerand

Navenda Nûçeyan (K24) – ENKS radigihîne “Serhildana 12’ê Adarê karvedaneke xwezayî û jidil a gelê Kurd bû ku hemû projeyên şovenîstî û nîjadperestî û polîtîkayên awerte yên li dijî gelê Kurd red dike.”

Bi boneya 20mîn salvegera Serhildana 12 Adara 2004an, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, “Serhildana gelê kurd a 12ê Adarê li Sûriyê, wek bersiva komkujiya xwînrêj a hêzên rejîma Sûriyeyê û dezgehên ewlehiyê li stadyûma bajarê Qamişlo bû.”

Diyar kir jî, serhildan ji ber fitneyekê bû ku dezgehên ewlekarî yên rejîmê dirust kir, ji bo Kurd û Ereban bikevin nakokî û aloziyan. Di berdewamiya plangiriyê de jî, hêzên ewlekariyê gule li reşandin û di encamê de hejmarek kes şehîd û birîndar bûn.”

Di daxuyaniyê de hat jî: “Roja din jî di dema oxirkirina termên şehîdan de, hêzên ewlekariyê careke din bi gule rasterast li xelkê reşandin û komeke din şehîd û birîndar bûn.”

ENKS got jî: “Li hember komkujiya ku rejîmê li bajarê Qamişlo pêk anî, welatiyên Kurd bi xwepêşandan û nerazîbûnên aştiyane li dijî rejîmê li hemû bajar û bajarokên Kurdan ji Dêrikê li rojhilat, heta Efrînê li rojava, hemû deverên ku Kurd û heta Heleb û paytext Şamê rabûn û kiryarên wê şermezar kirin.”

ENKSê tekezî li ser wê yek kir: “Serhildana 12’ê Adarê karvedaneke xwezayî û jidil a gelê Kurd bû ku hemû projeyên şovenîstî û nîjadperestî û polîtîkayên awerte yên li dijî gelê Kurd red dike.”

Diyarkiri kir jî: “Serhildanê, gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê kir yek, baweriya wî bi wî vegerand, û doza Kurd li Sûriyê derxist meydana navdewletî, weke doza gelekî ku li ser axa xwe dijî û ji mafên xwe yên netewî yên herî bingehîn bêpar e.”

ENKS amaje bi wê yekê kir, “Ji bo tepeserkirina serhildanê, hêzên ewlekariyê ferman da ajanên xwe yên di nava hin eşîrên Ereb ên bajarê Hesekê de ku êrîşî mal û dikanên Kurdan bikin û mal û milkên wan talan bikin, bi armanca veguhertina vê serhildanê bo şerekî navxweyî di navbera Kurdan û Ereban de.  Lê tevgera siyasî ya Kurdî ji van hewlên rejîmê hişyar bû û pêwendî bi serokên eşîrên Ereb re kir û ew ji planên rejîmê hişyarî kirin û rejîm ji kiriyarên ku rû dane berpirsyar dît.”

ENKS destnîşan kir jî: “Ji bo bibiranîna serhildanê û wek dilsoziyek bi xwîna şehîdên xwe re, tevgera siyasî ya Kurdî biryar da ku her sal 12 Adarê bibe roja Şehîdên Kurd li Kurdistana Sûriyê.”

ENKSê di beşeke din a daxuyaniyê de tekez dike: “Di bîstemîn salvegera serhildana gelê Kurd li Sûriyê, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê tekeziyê li helwesta xwe ya neguhêr a xebata ji bo yekrêziya helwesta kurdî li hember pirsên netewî û çarenivîsaz û daxwazên gelê Kurd û berevaniya li hebûna wî ya dîrokî ya resen li ser axa xwe û mafên wî yên netewî yên rewa dike.”

ENKSê got jî, ew kar dike ji bo peydakirina derfetên guncaw ji bo vegera xelkê Serê Kaniyê, Girê Sipî û Efrînê li ser mal û milkên xwe, herwiha hemû binpêkirinên ku li wan navçeyan rû didin û hewlên guhertina demografîk li herêmên kurdî red dike.

Herwiha ENKS binpêkirinên ku ji aliyê tevgera Ciwanên Şoreşger ve li Kobanî, Amûdê û Dirbêsiyê hatine kirin û girtina endam û alîgirên wê ji aliyê hêzên ser bi PYDê ve şermezar kir.