Li Diyarbekirê buhayên şitilên dar û kulîlkan ji sedî 200 zêde bûne

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Bi hatina biharê re li Diyarbekirê li qadên ku şitilên dar û kulîlkan tên firotin, tevger zêde dibe. Li gorî firoşkar radigihînin, buhayên van hilberên xwezayî li gorî par ji sedî 200 zêde bûne. Welatiyên ku ji bo kirîna dar û şitilan berê xwe didin vê qadê jî diyar dikin ku her çiqas buha zêde bin jî ew dest ji kirîn û danîna dar û kulîlkan bernadin.

Ji ber ku demsala çandina şitilên daran dest pê kiriye, li Diyarbekirê qadên ku şitilên dar û kulîlkan difiroşin şên dibin. Li van qadên ku ji şînahiya bajêr heta gul û kulîlkên bexçe û şaneşînên welatiyan tên dabînkirin, wekî buhayên her tiştî; buhayên van berheman jî wekî xwe namînin. Xwediyên vê qada rengîn diyar dikin ku buha zêde ne lê dîsa jî karê wan tê meşandin.

Xwediyê qada Ddar û kulîlkan Şefîk Orak ji K24ê re got: “Şitilên darên ku berê bi 200-300 lîreyan bûn, niha bûne 1000 lîre. Ango buha gelek zêde bûne. Par cureyên daran di destên me de hebûn, em niha nikarin kêmî 100 lîreyan bidin. Karê me piranî li ser peyzajên înşaatê dimeşe lewra di înşaatan de çêkirina bexçeyan şert e. Wekî din gundî gelek tên û darên fêkiyan dikirin.”

Li Diyarbekirê bi dehan qadên bi vî rengî hene û li her qadekê bi dehan cure dar û bi sedan cure gul û kulîlkên cuda hene. Her çiqas debara van firoşkaran zêdetir li ser karên tomarî be jî welatî jî ji vê xizmetê sûdê werdigirin lê ew jî ji buhayan bi gazinc in.

Welatî Hasan Aygun dibêje: “Ez ji gund hatime, li şitilên gulan dinihêrim. Berê bi 50 lîreyan bûn, niha 150 lîre ne. Ez hatime hin cureyên daran bikirim, heba wan bûye 800 lîre. Dema em darên buha bikirin, em nikarin wan li gund şîn bikin, lewra lêçûna wan zêde ye. Li aliyê din, em ji vê derê 10 daran bikirin, vê carê em ji bo veguhestinê 2000 lîre didin. Ji ber bê derfetiyê em jî di cihê 15 daran de 3-4 daran dikirin.”

Xemla xwezayê, bi hatina biharê re dest pê dike. Bi saya welatiyên ku vî karî dikin, li gelek deverên bajêr salik dozdeh meh wekî biharê ye û her tim bêhina gul û kulîlkan ji van qadan difûre.