Wezareta Çandinê biryar da ji îro ve temate bên hawirdekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber kêmbûna berhemê temateyan li sûkên navxwe yê Herêma Kurdistanê û rêgirtina li zêdetir bilindbûna bihayê wî berhemî, Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê bi nivîsareke fermî Wezareta Darayî û Aborî û Birêveberiya Giştî ya Gomirgan li ser rakirina qedexeya hawirdekirina berhemê temayeyan ji derveyê welatî haydar dike.

Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nivîsara xwe de amaje daye, “Piştî lidûçûna me ji bo berhemê temateyan li tevaya sinorê birêveberiyên giştî yên çandinê yên parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê, ji bo me diyar bû ku ew berhem gelek kêm bûye û bihayê wî jî bilind bûye, lewma jî li dû qanûna parastin û pêşxistina berhemên çandinê ya hejmar çar a sala 2008ê û li dû nivîsara Serokatiya Civata Wezîran a hejmar 6547 li roja 22.10.2014ê a girêdayî parastina berhemên xwemalî, me biryar da ku qedexeyê li ser berhemê temateyan û hawirdekirina wî berhemî ji derveyî welatî bê rakirin”.

Li dû wê nivîsara Wezareta Çandinê, ew biryar ji îro (Sêşem, 12.03.2024) ve tê bicihanîn û rê bi bazirganan tê dan ku bi rêya sinoran berhemê temateyan hawirde bikin, ji bo wê meremê jî ew nivîsar ji bo parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê hatiye arastekirin.