Partî û aliyên siyasî yên Tirkmenan hilbijartinên Perlemana Kurdistanê boykot dikin

Partî û aliyên siyasî yên Tirkmenan hilbijartinên Perlemana Kurdistanê boykot dikin
Partî û aliyên siyasî yên Tirkmenan hilbijartinên Perlemana Kurdistanê boykot dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerên 10 partî û aliyên siyasî yên Tirkmenan yên Herêma Kurdistanê biryarê didin ku hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê boykot bikin.

Nûnerên 10 partî û aliyên siyasî yên Tirkmenan yên Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 12.03.2024) di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku, li dijî biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federalî biryar daye hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê boykot bikin.

Amaje jî da ye ku, piraniya wan partî û aliyên siyasî yên Tirkmenan, ku li Perlemana Kurdistanê di dema borî de kursî hebûn, îmza li ser boykotkitina hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê kiriye.

Daxwaz jî ji welatên deverê û Civaka Navdewletî kir ku, ji bo rawestandina bicihanîna biryara Dadgeha Federalî ya girêdayî hilweşandina kursiyên kutaya pêkhatên Herêma kurdistanê kar bikin û got, “Ew biryar nedestûrî ye û mafê pêkhatan binpê kirye”.

Ev di demekê de ye ku Dadgeha Federalî di rûniştina xwe ya 12ê de li roja Çarşemê, 21.02.2024, biryar li ser skalaya YNKyê da. Li dû wê biryarê jî, hejmara kursiyên Perlemana Kurdistanê ji 111 kursiyan bo 100 kursiyan hat kêmkirin.