Fîkret Bulut: Divê çaksazî li ser mercên xebata bijîşkan û mûçeyê wan were kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Koça Bijîşkan ji Tirkiyeyê ber bi welatên Ewropî ve her sal zêde dibe û tenê sala borî nêzikê sê hezar bizîşk ji Tirkiyeyê çûne Almanyayê û li wir dest bi kar kirine.

Koçkirina bijîşkên Tirkiyeyê ber bi welatên Ewropayê zêde bûye û sala borî ji Tirkiyeyê nêzikê sê hezar bijîşkan koçî Almanyayê kirine.

Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tendûristiyê (SES) Fîkret Bulut li ser vê pirsê bo K24ê axivî û got, herçend pirsa aboriyê û kêmbûna mûçeyên wan yek ji sedemên vê koçê be jî, bi giştî ew gazind ji rewşa xirab a şert û mercên karê xwe dikin, gelek caran tûndûdijî li bijîşkan tê kirin û rêz li wan nayê girtin.

Fîkret Bulut amaje bi wê jî kir, ji bo çareserkirina pirsa koça bijîşkan, divê çaksazî li ser şertûmercên xebata wan û mûçeyê wan were kirin.