Şehîdên Serhildana 12ê Adarê li Qamişlo hatin bibîranîn

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Di 20 mîn salvegera serîhildan a 12ê Adarê de xelkê Qamişlo berê xwe dan goristanên şehîdên serîhildana. Siyasetmedar û xelkê Rojava dibêjin, Kurd yekem millet bû ku li Sûriyê li dijî desthilata dîktator rawestiyan û Serîhildana 12ê Adarê ji şoreşa Sûriye re bû bingeh.

Xelkê Qamişlo bi ala Kurdistanê ber bi goristanên ku şehîdên 12’ê Adarê lê hatibûn veşartibûn meşiyan. Siyasetmedarên Kurd dibêjin Serhildana 12ê Adarê li dijî zilma rejîma Beis bû û rejîma Sûriyeyê nekariye Kurdan bêdeng bike.

Siyasetmedar Hesen Salih got: “Îro salvegera serhildana Kurdistana Sûriyeyê ya 2004an e ku tê de rêjîma Sûriyeyê hate hejamdin. Rêjîma Sûriyeyê beriya lîstika fotbolê ya li Qamişloyê dest bi kuştinê kir, lê miletê Kurd li hember wê zulm û zordariyê li seranserî nexwşeya Kurdistanê dest bi berxwedanê kir. Em tekez dikin jî ku miletê Kurd dê berdewam be di berxwedana xwe de ta mafên xwe yên çarenivîsî bidest bixe.”

Zêdetir ji 30 xortên Kurd li bajarên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bi destê hêzên ewlekariya Sûriyeyê hatin şehîdkirin. Herwiha rejîmê bi hezaran kurd girtin. Welatiyên Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku Serhildana 12ê Adarê bingeha şoreşa Sûriyeyê bû û Kurd yekem netewe bû ku li hember rejîmeke dîktator rawestiyan.

Lêkolîner û nivîskar Şivan Ibrahîm dibêje: “Kêmtirîn wefadarî ji şehîdên 12ê Adarê re, vejînkirina bîranîna wan a salane ye, pêwîst e bibe biryarek ku dibistan, park û her cihê giştî bi navê wan werin binavkirin. Şoreşa 12ê Adarê koşka zordariyê hejand û di heman demê de bû bingeha şoreşa Sûriyeyê bi temamî.”

Di 12ê adara 2004an de li Qamişloyê di dema maça futbolê ya di navbera tîma Cîhad a Qamişlo û tîma Fitiwê ya Dêrazorê de, cemawerê tîma Fitiwê sivikayetî bi ala û kesayetên Kurdistanê kirin û bi dar û kêran êrîşî endamên Tîma Cîhad a Kurd kirin. Li şûna ku hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê rewşê kontrol bikin, rewş aloztir kirin û bi fermana Parêzgarê Hesekê yê wê demê, hêzên ewlehiyê hejmarek ji ciwanên Kurd şehîd û birîndar kirin.