Li Diyarbekirê Sûka Xaniman bûye deriyê debara jinan

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê Sûka Xanimeller (Xaniman) a ku ji bo jinan hatiye dabînkirin, ji bo gelek jinên bermalî bûye deriyê debarê. Li vê sûka ku di bin banê Şaredariya Kayapinarê de xebat tên kirin de ji xwarinê heta kel û pelên nav malan, her tişt peyda dibe. Jinên ku bi armanca tevkariya debara malên xwe dixebitin, dixwazin dezgehên bi vî rengî bên zêdekirin.

Sûka Xanimeller, beriya 3 salan li navçeya navendî ya Diyarbekirê ya Kayapinarê hatiye avakirin û di vê sûka rengîn de 42 dikanên biçûk radestî jinên bermalî hatine kirin. Di her dikanekê de berhem û pêdiviyên ji hev cuda hene ango dema welatî bikevin nav vê sûkê, dikarin hemû kel û pelên pêwîst dabîn bikin. Jinên ku li vê sûkê derfeta xebatê bi dest xistine, ji rewşa xwe gelek razî ne.

Dikandar Hacîre Kûdat ji K24ê re got: “35 sal in ez zewicandî me lê ez tu car nexebitîbûm. Ev cara yekemîn e ez dixebitim û salek û nîv e li vê sûkê me. Dema ku min cara yekem pere qezenc kir, coş û kelecana wê gelek xweş û mezin bû. Dema ku min ji vê derê tiştekî dikirî û dibir mala xwe, dema ku min digot min ev kiriye; bi min gelek xweş bû.”

Ji bo van dikanan heqê kirê nayê stendin. Li gorî agahiyên ku van jinên kedkar didin, her yek ji wan mehê tenê hezar lîre ji bo nobedaran didin û wekî din heqê av û karabaya wan jî ji aliyê Şaredariya Kayapinarê ve tê dayîn. Li vê sûkê her dikanek bi awayekî kar dike. Ji vê dikanê jî bêhina nanê sêlê belav dibe û hem jinên sûkê hem jî welatiyên ku bên dan û stendinê bikin, dikarin ji vî nanê germ bixwin.

Dikandar Nezahat Ankût dibêje: “Dema ez nû hatibûm vê derê, min tirşîn, erîşte, manti û kutilk çêdikirin. Min bala xwe dayê ku ev xwarin li vê derê naçin; min berê xwe da tiştên sivik û min dikana xwe veguherand kafeteryayê. Niha jî nanê sêlê, tost, şerbeta rihanê û kurabiyeyan çêdikim. Piştî ku min wisa kir, dahata min zêdetir bû û debara min baştir bû.”

Sûka Xanimelî ango sûka destên jinan, 3 sal in vekirî ye û ji bo gelek jinên herêmê bûye deriyê debarê. Jinên ku li keda destên xwe xwedî derdikevin, ji aliyê din ve li vê derê dikarin xwe û zarokên xwe jî bi pêş ve bibin.