Girtiyekî Serhildana 12ê Adarê: Ez hem hatim girtin û hem ji kar hatim dûrxistin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 20 sal di ser Serhildana 12ê Adara 2004an re derbas dibin ku hêzên rêjîma Sûriyeyê bi xwîneke sar bi dehan Kurd li bajarên cuda ên Rojavayê Kurdistanê kuştin û birîndar kirin û bi sedan kes jî girtin. Girtiyekî Serhildana 12ê Adarê jî behsa rewşa girtinê di zîndanên rêjîmê de dike.

Şikrî Hisên yek ji qurbaniyên Serhildana 12 Adarê ye, ew ji ber beşdariya di xwepêşandanan, ji nava mala wî ya li Tirbesipiyê hate girtin. Di zindanên hikûmeta Sûriyê yên li Qamişlo, Hesekê û Şamê de rastî gelek ji cûrên eşkenceyê hat, bi taybetî li zindana Sêdnayayê ya xwedî nav û dengekî xirab e. Herwiha ew ji karê xwe yê mamostetiyê jî hate dûrxistin.

Şikrî Hisên dibêje: “Ez 13ê Adara 2004an hatin girtin, ji ber ku li Qamişlo û Tirbesipiyê derketibûm xwepêşandanê. Demjimêr 12ê şevê hêzên ewlehiyê bi ser mala min de girtin û ez girtim. Hefteyekê ez li cem wan mam û piştre ez dest û çavên min girêdan û ez birim Hesekê, tabî li girtîgehê lêdan û eşkence hebûn û lêpirsîn dikirin. Piştre em û girtiyên din birin Zîndana Navendî ya Hesekê. Piştre jî em birin Zîndana Sêdnaya ya Şamê, li wir jî ez rastî gelek lêdan û eşkenceyên giran hatim. Ji min re gotin jî ku tu mamoste ye, lê êdî tu yê venegerî karê xwe.”

Li 12 Adara 2004 dema birêveçûna lîstika fotbolê di navbera tîma Cîhad a Qamişlo û tîma Fitiwê ya Dêrezorê de, cemawerê Fitiwê sivikatî bi ala û kesayetiyê Kurd kirin û hêzên rijîma Beis bi dehan ji xortên kurd bi xwîneke sar kuştin.

Parêzerê Kurd jî Muaz Yûsif dibêje, li gorî yasaya navdewletî, ji ber ku ev kes bi awayekî nerewa hatibûn girtin, dêvê bêne qerebûkirin. Tevî gelek ji hewlên parêzgarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo qerebûkirina qurbaniyan û vekirina dozê li dadgehên Sûriyeyê, lê hewlên wan bê mifa bûn.

Di serhildana 12ê Adarê de, zêdetirî 30 kesan li bajarên cuda yên Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn, bi sedan kes jî birîndar bûn. Herwiha bêtir ji 3 hezar Kurd ji Dêrikê û heta Efrînê, Heleb û Şamê hatin girtin.