Qayimqamiya Zaxoyê lidûçûnê ji bo pêdivîtiyan dike

Zaxo
Zaxo

Zaxo (K24) - Bi merema kontirolkirina bihayên kelûpelan û lidûçûna xwarinên dema wan bi ser ve çûye û diyardeya ihtîkarê, Lijneya Lidûçûnê ya Qayimqamiya Zaxoyê û Lijneya Çavdêriya Bazarî berdewam çavdêriya bazar û cihên bazirganî dikin û haydariyan belav dikin.

Berpirsê Lijneya Lidûçûnê ya Qayimqamiya Zaxoyê Welat Hecer ji K24ê re ragehand, “Em li ser lidûçûnê ji bo rewşa bazarî berdewam in, ji bo ku bihayên tiştan neyên girankirin û xwarinên dema wan bi ser ve çûye bi welatiyan neyên firotin”.

Berpirsê Lijneya Lidûçûnê ya Qayimqamiya Zaxoyê amaje jî da, “Her roj sê lijne li sê kertên cuda lidûçûnê ji bo rewşa bazarî dikin”.

Birêveberê Çavdêriya Bazirganî li Zaxoyê Kovan Sîto jî ji aliyê xwe ve ji K24ê re got, “Em dixwazim bihayên tiştan di nav sûkê de cîgir bibin û neyên girankirin, em bi rêya lijneyên xwe li ser çavdêrîkirina rewşa bazarî berdewam in, ji bo ku welatî zirarê nebînin”.