Putin gefên bikaranîna çekê etomî dike

Vladimir Putin / wêne: AFP
Vladimir Putin / wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Rûsyayê haydariyê dide û gefên bikaranîna çekê etomî dike, eger welatê wî rûbirûyî her gefekê bibe. Herwesa dibêje, “Hevgirtina civaka Rûsyayê bihêztirîn çekê Rûsyayê ye û ew jî bi sepandina sizayan û hêza çekdarî hizir di qirkirina Rûsyayê de dikin, yanî wan hevgirtina civaka Rûsyayê li ber çavan wernegirtiye”.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di çavpêkeftinekê de bi kanala fermî ya Rûsyayê re amadebûna welatê xwe ji aliyê serbazî û teknîkî ve ji bo şerê etomî diyar kir û got, “Tevî ku tev givaştin ber bi wî arasteyî ve palder nînin, lê eger Amerîka bizavê ji bo ceribandina etomî bike, bi piştrastî ve Rûsya jî dê bersivê bide û dê eynî karî bike, ji ber ku çekê etomî yê Rûsyayê ji çekê etomî yê welatên din gelek pêşkeftîtir e”.

Putin di derheqa şerê Ukraynayê de got, “Pêdivî nake em çekê etomî li Ukraynayê bi kar bînin, lê eger hêzên Amerîkayê bên Ukraynayê, hingê Rûsya dê wekî hêzeke derve serederiyê pê re bike”.

Navbirî amaje jî da, “Rûsya amade ye li ser Ukraynayê danûstandinan bike, lê bi wî şertî ku danûstandin li ser rastiyan bin”.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di derheqa lihevkirina li gel welatên rojavayê jî got, “Rûsyayê bawerî bi çi kesekî nîne, ji bilî lihevkirinên gerentî û îmzakirî”.