Li Herêma Kurdistanê daxwazî li ser pêdivîtiyan zêde bûye

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Amarê ya Herêma Kurdistanê radigehîne ku, hejmara bikarberên sala 2023ê li beranberî yên sala 2022ê bilind bûye.

Desteya Amarê ya Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 13.03.2024) ragehand, “Hejmara bikarberên sala 2023ê li beranberî yên sala 2022ê bi rêjeya 7% bilind bûye”.

Hejmara bikarberan li Herêma Kurdistanê li Çileya 2023ê li beranberî Çileya 2024ê li Herêma Kurdistanê 7% bilind bûye, bi awayekî ku ji 116.33 xalan bûye 117.13 xal, bi vî rengî jî daxwaziyeke zêde li ser pêdivîtiyên xelkî hebûye.

Li dû amara wê desteyê, nirxên bikarberan nîşan in ji bo amarekê ku ji bo pîvana guhertinên astê giştî yê nirxên kelûpel û berhem û xizmetkariyan li navxwe tê bikaranîn. Ew pîvan rengvedana li ser xerciyên rojane yên malbatan li welatî ye.

Ew amar her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê vedigire, ew pîvan ji bo “xizmetkariyên cuda cuda, perwerde, rewşenbîrî, xwaringeh, peywendî, veguhastin, saxlemî, pêdivîtiyên nav malê, cilik û pêlav, kirêya akincîbûnê, av, kareba, sotemenî, vexwarinên koholî, tûtin û vexwarinên nekoholî” bûye.

Li Çileya 2023ê, herî zêde daxwazî li ser madeyên koholî û tûtinê bû, lê li Çileya 2024ê daxwazî gelek li ser keresete û kelûpelên cuda cuda bûye, bi rengekî ku li Hewlêrê 8%, li Silêmaniyê 7% û li Dihokê jî 7% bilindbûn hatiye tomarkirin.