Hejmareke pirojeyan li bajarkê Herîrê bi gojimê nêzî 700 milyon dînaran tê bicihanîn

Bajarkê Herîrê
Bajarkê Herîrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Qayimqamê biwekalet ê Herîrê radigehîne, bi gojimê zêdetirî 698 milyon û 428 hezar dînaran, pirojeyê qîrkirin û konkirîtkirina çend kolanan li navenda bajarkê Herîrê dest pê dike.

Qayimqamê biwekalet ê Herîrê Şêrwan Celal Beg îro (Çarşem, 13.03.2024) ji K24ê re ragehand, “Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi gojimê zêdetirî 698 milyon û 428 hezar dînaran piroje ji bo Herîrê tên bicihanîn”.

Şêrwan Celal Beg got, “Ew piroje çend kolan û taxan vedigire, yek ji wan kolanên ku tê qîrkirin kolana Şehîd Franso Herîrî ye ku av û avrêj jê re tên bicihanîn û kolanên din jî tên konkirîtkirin û qîrkirin, niha di qonaxa tenderê de ye ku ji bo bicihanînê bi belênderekî bê dan”.

Navbirî amaje jî da, “Pirojeya Batasa Kevin ku ya sala 2022ê ye niha di qonaxa dawiyê de ye û tenê konkirît maye. Pirojeyeke nû ya din jî ku her du deriyên Herîrê vedigire danana peyarê û navbendên cadeyê ye, ji peykerê Eliyê Herîrî heta dawiya taxa Hinareyê, bi gojimê zêdetirî du milyar dînaran tê bicihanîn, niha razîbûna Civata Wezîran jê re vegeriyaye û tenê razîbûna Wezareta Darayî maye”.

Qayimqamê biwekalet ê Herîrê tekez jî kir, “Bizav berdewam in ji bo ku gelek pirojeyên xizmetkarî li ser pilana pêşxistina parêzgeha Hewlêrê ji bo çend taxên din ên Herîrê bi cih bînin”.