Viyan Sebrî: Ya ku li beranberî fermanberên Herêma Kurdistanê tê kirin berovajî destûrî ye

Viyan Sebrî
Viyan Sebrî

Navenda Nûçeyan (K24) - Seroka Firaksiyona PDKyê tekez dike, “Ya ku li beranberî fermanberên Herêma Kurdistanê tê kirin berovajî destûrî, lihevkirinên siyasî û qanûna budceyê ye”. Herwesa dibêje, “Xwecihkirina mûçeyên fermanberan berovajî destûrî ye”.

Seroka Firaksiyona PDKyê li Perlemana Îraqê Viyan Sebrî îro (Çarşem, 13.03.2024) ji K24ê re ragehand, “Ev nêzî du salan e û taybet piştî pejirandina pirojeqanûna budceya giştî ya federalî li Hezîrana sala 2023ê, tevaya mafên Herêma Kurdistanê tên binpêkirin, yek ji wan jî mafên darayî yên fermanberên Herêma Kurdistanê ye”.

Seroka Firaksiyona PDKyê amaje jî da, “Ev çend meh in Hikûmeta Îraqê bi behaneyên cuda cuda şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê vedihêle. Me hemî daxwaziyên wan bi cih anîne, lê her car behaneyeke nû digirin. Vê mijarê gelek vekêşa û me hedara xweragirtinê nemaye”.

Viyan Sebrî tekez jî kir, “Pirsên siyasî û qanûnî têkelî yek tên kirin. Pirsa budce û mûçeyan pirseke qanûnî ye û li perlemanê bi dengê piraniya firaksiyonan hatiye pejirandin. Tevî ku me gelek têbînî jî li ser hebûn, me Kurdan jî deng li ser wê pirsê da, lê niha ew mijar hatiye siyasîkirin. Mehekê mûçeyan dişînin û yekê naşînin”.

Navbiriyê eşkere jî kir, “Eger tevaya firaksiyonên Kurdistanî di dema dengdanê de ji bo qanûna budceya giştî ya federalî ji bo her sê salên 2023, 2024 û 2025ê yekdeng ban, rewş bi vî awayê niha nedibû”.

Seroka Firaksiyona PDKyê li ser mijara vekirina hejmarên bankan ji bo mûçexur û fermanberên Herêma Kurdistanê got, “Daxwaza Wezareta Darayî ji bo xwecihkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê berovajî destûrî ye”.

Viyan Sebrî tekez jî kir, “Ya ku niha li beranberî fermanberên Herêma Kurdistanê û mafên darayî yên wan tê kirin berovajî destûrî, lihevkirinên siyasî û qanûna budceyê ye”.