2 wezîrên Tirkiyeyê û Serokê MÎT'ê serdana Iraqê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrên Derve û Bergirî û Serokê MÎTê yên Tirkiyeyê bi armanca beşdariya di Lûtkeya Ewlekariya Iraq-Tirkiye de, sibe serdana Iraqê dikin.

Lûtkeya Ewlekariya Iraq-Tirkiye, sibe li Bexdayê destpê dike. Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê da xuyakirin, Wezîrê Derve Hakan Fîdan,  Wezîrê Bergiriyê Yaşar Guler û Serokê Desteya Hewalgêriyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, bi armanca beşdarîkirina di Lûtkeya Ewlekariya Iraq-Tirkiye de, sibe serdana Bexdayê dikin.

Herwiha da xuyakirin, mijarên sereke yên civînê ewlekarî û hevkariyên serbazî ne. Da zanîn, di civînên berê de Iraq û Tirkiyeyê PKK wek gefeke hevbeş binav kiribûn û ew dixwazin ji vê helwesta Iraqê baştirîn sûd werbigirin.

Berdevkê Wezareta Derveya Tirkiyê her wiha got, mijara destpekirina hinardekirina petrolê jî dê were gotûbêjkirin.

Beşeke girîng ya civînê jî, danîna bingeha serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan e ku biryara meha Nîsana bê serdana Iraqê bike.