Elî Teter: Karwana avedankirinê bi hewlên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê dibêje, tevî hemû qeyranên ku ji bo Herêma Kurdistanê hatine çêkirin, bi hewlên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê proseya avedankirinê berdewam e.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro 13ê Adarê di merasîma ahenga Raperîna Bajarê Dihokê de, gotarek pêşkêş kir û got: Karwanê avedankirinê ya Kabîneya Nehem bi awayekî bêwestan kar kiriye û her rojê li bajarok û gundekî kevirê bingehîn ê projeyên giring tê dayîn.

Parêzgarê Dihokê got, tevî hemû qeyranên ku ji bo Herêma Kurdistanê hatine çêkirin, bi hewlên Serokwezîr Mesrûr Barzanî proseya avedankirinê berdewam e.

Herwiha got: Ev qonaxa Kabîneya Nehem, qonaxa avedankirin û geşepêdana Herêma Kurdistanê ye.