Fraksiyona PDKê 17 daxwazan pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê pêşwazî li serok û endamên Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê kir û di civînê de mijarên têkildarî Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Fraksiyona PDKê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêşwazî li serok û endamên Fraksiyona PDKê kir û gotûbêj li ser çend mijarên giring hatin kirin, ji wan jî:

Yekem: Peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bi giştî û tekezî li ser pabendbûna wan li ser rêkeftinên ku di vê derbarê de hatine kirin, ku girêdayî berjewendiyên Herêma Kurdistanê ne.

Duyem: Pirsa bûdce û mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û biryarên Dadgeha Federalî derbarê mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ne hevtayê destûrê ne û herwiha pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya giştî de.

Sêyem: Tekezîkirina li ser post û mafên Herêma Kurdistanê di postên leşkerî û ewlehî de, ji wan dezgehên ewlekariya niştimanî, istixbarat, dijeteror, cîgirên wezaret û desteyên serbixwe.

Çarem: Tekezî li ser pesendkirina yasayên girîng ên di rojeva kabîneya Sûdanî de û şandina wan ji bo Parlamentoya Iraqê, ji wan jî yasaya federalî û Encûmena Federal.

Pêncem: Berçavgirtina pişka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Encûmena Nûneran de, wek mezintirîn fraksiyona Kurdistanî.

Şeşem: Mafên Herêma Kurdistanê di derman û çareseriyan de, yên taybet bi Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ve.

Heftem: Zêdekirina hejmara kesên ku çavdêriyê di tora civakî li Herêma Kurdistanê de dikin û herwiha qerebûkirina kesên ku di bombebarankirina sînoran de jiyana xwe jidest dane.

Heştem: Hêsankirinên bo kompanyayên veberhênanê yên li Herêma Kurdistanê û reftarkirina ligel wan weke kompaniyên din ên iraqî.

Nehem: Xerckirina qerebûyên welatiyên Herêma Kurdistanê yên têkildarî daxwazên milkiyetê.

Dehem: Dana semad, pêdiviyên çandiniyê û alavên çandiniyê bi Herêma Kurdistanê, wek cotkarên din ên Iraqê.

Yazdehem: Vekirina şaxên bankên çandinî û pîşesazî li Herêma Kurdistanê.

Duwazdehem: Teqezkirina li Rêkeftina Şingalê.

Sêzdehem: Naskirina zanîngeh û peymangehên din ên Herêma Kurdistanê û Borda Kurdistanê ya ser bi Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ve.

Çardehem: Bileznekirina derbarê biryarên girtina ofîsên nûneratiyên Wezareta Perwerdeya Federal li parêzgehên din ên Iraqê de.

Pazdehem: Teqezî li ser yeksankirina tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel tîmên din ên iraqî.

Şazdehem: Girîngîpêdana bi navçeyên madeya 140.

Heftehem: Me daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kir ku xwediyên dukanên ku ji ber şewata bazara Lengê ya Hewlêrê ziyan dîtine, qerebû bike.