Wênegir Sara Caferî pêşangeha “Newroza Rojhilat” li Hewlêrê vekir

author_image Siyamend Brim

Navenda Nûçeyan (K24) – Wênegira Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Sara Caferî pêşangeheke wêneyan a bi navê “Newroza Rojhilat” li Hewlêrê hat vekirin.

Bi hevahengiya Saziya Kurdistan Chronicle û Rêveberiya Hunera Şêwekarî ya Hewlêrê û bi amadebûna Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, bi boneya bîranên Adarê û Cejna Newrozê, pêşangeha wênegir Sara Caferî li Hola Mîdya ya Hewlêrê hat vekirin. Pêşangeh ji 11 û heta 31ê Adarê vekirî dimîne.

Sara Caferî derbarê vê pêşangeha xwe de ji K24ê re got: “Wêneyên di pêşangehê de hatin pêşandan, ji ahengên cejna Newrozê yên hejmarek gundên Rojhilatên Kurdistanê ne. Ez hewl didim jiyan û rola jina Kurd bi çand û kelepûra kurdî di wêneyên xwe de nîşan bidin.”

Sara Caferî keçeke Kurd a ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye, ji sala 2010an ve wek wênegireke serbixwe kar dike û hewla belgekirina jiyana jina Kurd, çand û kelepûra kurdî dide.

Sara Caferî
Sara Caferî
Sara Caferî
Sara Caferî
Sara Caferî
Sara Caferî
Sara Caferî