Mesrûr Barzanî behînameyekê ji bo koça dawiyê ya Dr. Cercîs Hesen araste dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi helkefta koça dawiyê ya Endamê Berê yê Mekteba Siyasî û Komîteya Navendî ya PDKyê û Wezîrê berê yê Perwerdeyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cercîs Hesen, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û dost û hevalên Xudêjêrazî kir, ji Xudayê mezin xwest ku cihê wî bike biheşta fireh û sebir û hedarê jî bi kesûkarên wî bide,
Behînameya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Bi xem û kovan û dilekê xemgîn, me peyama malavahiyê ya xebatkerê berniyas û têkoşerê Kurdistanê û Endamê berê yê Mekteba Siyasî û Komîteya Navendî ya PDKyê û Wezîrê berê yê Perwerdeyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Xudêjêrazî Dr. Cercîs Hesen bihîst. Em serexweşî û behîdariyê li malbata Xudêjêrazî û dost û hevalên wî dikin. Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bide malbat û kesukarên wî.
Mesrur Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê