Rêveberiya Xweser li Tirbespiyê cihê pîrozkirina Newrozê têk dide

Ebdulrehîm Elî
Ebdulrehîm Elî

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Tirbespiyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve rê li pîrozkirina Newrozê hat girtin û cihê pîrozkirina wê hat têkdan. Di vî warî de Serokê Xwecihiya ENKSê ji Tirbespiyê radigehîne, “Zincîra binpêkirinan di derheqa gelê Kurd û hebûna gelê Kurd de berdewam e”.

Serokê Xwecihiya ENKSê Ebdulrehîm Elî doh (Pêncşem, 14.03.2024) ji K24 re ragehand, “Bi rastî îro ji bo xelkê Tirbespiyê rojeke gelek xemgîn bû. Ev zêdetirî çil salan e ku gelê me ji Qamişlo heta Dêrikê li vî cihî Newroza xwe vedijîne, ku cihê herî balkêş ê vejîna Newrozê ye, lê Rêveberiya Xweser ew cih têk da û çi kesek êdî nikare Newroza xwe li wê derê vejîne”.

Serokê Xwecihiya ENKSê got, “Îro haydarî ji me re hat ku bi dehan qelabe axê dikişînin wê derê, eyn cihê şanoya me ya ku me par çê kiribû”.

Ebdulrehîm Elî amaje jî da, “Di gomana de, zincîra binpêkirinan di derheqa gelê Kurd û hebûna gelê Kurd de berdewam e”. herwesa got, “Eger ew behaneya xwe bikin siyaset, gelê Kurd li vê derê Newroza xwe vejandiye berî ku ENKS hebe”.

Navbirî tekez jî kir, “Rijêma Beis jî li destpêkê gelek rê li vejîna Cejna Newrozê digirt. Ev cejn û alaya rengîn sembolên gelê Kurdin, rûmet û hebûna gelê Kurd in, lê vê rêveberiyê alaya rengîn li bin lingên xwe kir û şewitand, niha jî li dijî cejna Newrozê radiweste”.

Serokê Xwecihiya ENKSê ron jî kir, “Em dikarin bibêjin ku sînaryoya rijêma Beis a dijîtiya Newrozê berdewam e û tiştek nehatiye guhertin, heker em nabêjin îro dijwartir bûye”.

Li vê dawiyê çend caran ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a girêdayî PKKyê ve êrîşî nivîsîngehên Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê ENKSê hat kirin.

Roja 01.03.2024 jî, Ciwanên Şoreşger êrîş kir ser çalakiyeke Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê ENKSê, ku girêdayî salvegera koça dawiyê ya Barzaniyê Nemir bû, û sivkatî bi alaya Kurdistanê û sembola Kurdan kir, herwesa kelûpelên nav nivîsîngeha ENKSê jî şêwandin.