20 kempên aware û penaberan li parêzgeha Dihokê hene

Kempeke parêzgeha Dihokê
Kempeke parêzgeha Dihokê

Navenda Nûçeyan (K24) - Ew alîkariyên ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve tên dabînkirin gelek kêm in û pêdivîtiyên awareyan dabîn nakin, belkî piraniya wan li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.

Hejmara awareyan li Dihokê dibe 330 hezar kes. Mamê Yûsif ku awareyekî Şingalî ye û li kempa Isyanê dimîne dibêje, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe ve xemsarî nekiriye lê barê wê jî giran e. Eger barekî giran li ser milên wê neba, dê zêdetir jî ji me re kiriba”.

Navbirî herwesa got, “Em dibînin ku Hikûmeta Îraqê baş li awareyan nanêre, û taybet li me Êzidiyan. Eger ne ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ba, bi rastî em dê bêxwedî ban”.

Dalya jî penabereke Rojavayê Kurdistanê ye û li kempa Domîzê dijî, ku 110 hezar penaberên li wê kempê hene. Dalya hebûna xizmetkariyan giring dibîne û dibêje, “Em gelek spasiya Hikûmeta Herêma kurdistanê û taybet parêzgeha Dihokê dikin ku ev qas xizmetkarî li kempê ji me re dabîn kirine. Ji destpêka ku em hatine kempê heta niha, yanî ji sala 2012ê ve, em jiyaneke gelek xweş derbaz dikin”.

Her rojeke aware û penaber li Dihokê bimînin, barê Hikûmeta Herêma Kurdistanê girantir dibe lê dîsa jî hemî pêdivîtiyên jiyanê di nav kempan de tên dabînkirin û mîna xelkê parêzgeha Dihokê tên hejmartin.

Xerciyên xizmetkariyan ji bo aware û penaberan li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê her rojekê ji bo her kesekî 2.3 dolar in, ku li beranberî nêzî yek milyon kesan ji bo her salekê dibin 842 milyon dolar.

Briêveberê Koç û Koçberan û Bersivdana Qeyranan Diyan Cafer jî dibêje, “Ev xercî roj bo rojê zêde dibin ji ber ku xerciyên av û karebayan erkê Hikûmeta Îraqê ne lê mixabin Hikûmeta Îraqê heta niha yek Dînar jî nedaye û xwe li vê mijarê nake xwedî”.

Zêdetir 900 hezar aware û penaberan li Herêma Kurdistanê hene, rêjeya 40% li parêzgehan Dihokê ne û li ser 20 kempan hatine belavkirin.