Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya 36 saliya Kîmyabarana Helebce

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera kîmyabarana Helebceyê ji aliyê rejîma Beis a Iraqê ve peyamek belav kir û tê de got: “Pêwîst e em hertim van tawanan bibîr bînin û me han bide ji bo parastina mafên xwe yên netewî û parastina qewareya Herêma Kurdistanê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Di 36emîn salvegera kîmyabaran û komkujiya bajarê Helebceyê de, em bi rêz û hurmet şehîdên bêguneh ên bajarê xweşewîst ê Kurdistanê bibîr tînin, ku bûne qurbaniyên hovîtiya rejîma berê ya Iraqê û bêdengiya civaka navdewletî.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Armanca sereke ya vê tawanê û tawanên din ên rejîmên li pey hev ên Iraqê li dijî gelê Kurd, jênosîdkirina gelê Kurdistanê û jinavbirina nasnameya wî bû. Pêwîst e em hertim van tawanan bibîr bînin û me han bide ji bo parastina mafên xwe yên netewî û parastina qewareya Herêma Kurdistanê.”

Herwiha got: “Cihê mixabiniyê ye ku ji dema rûxana rejîma berê ve, hikûmetên li pey hev ên Iraqê amade nebûn malbatên şehîdên Helebce û qurbaniyên Enfal û tawanên din qerebû bikin ku ev mafekî rewa û destûrî yê gelê Kurdistanê ye, heta niha ne amade ye jî rêkarên barêzgehbûna Helebceyê temam bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir jî: “Em xizmeta xelkê Helebceyê bi erkê xwe dibînin û meha borî jî di serdana xwe ya bo parêzgeha Helebce de, me hemû daxwazên ku ji aliyê parêzgar û berpirsên îdarî yên vê herêmê ve hatibûn pêşkêşkirin, pesend kirin. Em hêvîdar in di paşerojê de zêdetir xizmeta xelkê welatparêz û fedakar ê Helebceyê bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Şehîdên karesata Helebçeyê û hemû jenosîdên ku li hember gelê Kurdistanê hatine kirin, her tim di bîra me de ne û  nabe em ti carî rê bidin ku tiştek van tawan û rûreşiyan ji bîr me û ji bîra dewleta Iraqê û desthilatdarên Bexdayê bibe û divê bi berdewamî bibîra wan bînin ku divê gelê Kurdistanê qerebû bikin.”