Serok Barzanî: Hîn jî di nava dewleta Iraqê de heza nehîştin û înkarkirina gelê Kurdistanê tê dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di salvegera kîmyabarana Helebceyê de ragihand: “şerm e ku hîn jî di nava dewleta Iraqê de heza nehîştin û înkarkirina gelê Kurdistanê tê dîtin.”

Serok Mesûd Barzanî îro 16.03.2024, bi boneya salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek li tora civakî “X” belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Tawana kîmyabarana Helebçeyê, belgeya stemkarî û zîhniyeta nemirovane ya dijberên gelê Kurdistanê ye.”

Herwiha got: “Piştî 36 salan ji karesata Helebçeyê, şerm e ku hîn jî di nava dewleta Iraqê de heza nehîştin û înkarkirina gelê Kurdistanê tê dîtin.”

Di rojeke wek îro di 16.3.1988an de rêjîma Beis a Iraqê bajarê Helebce kîmyabaran kir û bêhtir ji 5 hezar welatiyên wî bajarî şehîd bûn û bêhtir ji 20 hezar kes jî birîndar bûn û beşeke ji xelkê Helebceyê koçberî Îranê bûn.