Mihemed Hacî Mehmûd: Hikûmeta Iraqê bi pereyên Helebceyê Kuweyt qerebû kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di 36emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê de ragihand, hikûmeta Iraqê bi pereyên Helebceyê Kuweytê qerebû kiriye. Herwiha bi pêwîst jî zanî ku divê dosyeya kîmyabarana Helebce were berfirehkirin.

Sekreterê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd îro 16.03.2024ê di 36emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê de ji Kurdistan24ê re ragihand: “Hikûmeta Iraqê pereyê xelkê Helebceyê bir û û wek qerebû da Kuweytê. Divê hikûmet qerebû bide xelkê Helebceyê.”

Mihemed Hacî Mehmûd bi pêwîst zanî ku divê dosyaya kîmyabarana Helebce were berfirehkirin, ji ber ku weke ku dibêje, “gelek zulm li Helebceyê hatiye kirin û hikûmeta ku ew bombebaran kiriye, hikûmeta wî welatî bû.”

Herwiha got: “Îro tekane çekê bihêz ê di destê gelê Kurdistabl de ye, yekrêziya hemû aliyên siyasî û gelê tevahiya Herêma Kurdistanê ye.”

 Îro 16ê Adara 2024an, 36 sal di ser kîmyabarana Helebceyê re derbas dibin. Tevî ku berî 13 salan Parlemantoya Iraqê tawana êrîşa kîmyayî wek jenosîd nas kir, lê hikûmeta Iraqê heta niha wek mîratgirê rejîma berê, qurbaniyên vê komkujiyê qerebû nekiriye.