Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo nan û simîtan pergaleke nû hat ragihandin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji bo buhayên nan û simîtan; biryara pergaleke nû hat ragihandin. Li gorî vê biryarê, êdî pêşniyazên zêdekirina buhayan dê ji aliyê Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê ve were pesendkirin. Nanpêj û simîtpêjên Diyarbekirê jî dixwazin ku beriya zêdekirina buhayan, rewşa welatiyan li ber çavan were girtin.

Ji bo buhayên nan û simîtan ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi biryarên Jûrên Dikandar û Zenaatkaran dihatin diyarkirin, biryareke nû hat ragihandin û di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî vê biryarê, êdî buhayên ku guncav bên dîtin, dê ji aliyê komîsyonekê ve werin nirxandin û ji bo pesendkirinê dê ji Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê re bên şandin. Lê gelek nanpêj ji vê biryarê ne razî ne.

Nanpêj Yûsûf Gunboz ji K24ê re got: “Bila her tişt li gorî rastiya xwe zêde bibe. Xelk guneh e, bila xelk zilmê nebîne. Yên ku arvan difiroşin, li gorî xwe buhayan zêde dikin, yên ku rûn difiroşin, li gorî xwe buhayan zêde dikin. Ne wisa ye. Dibêjin dê wezaret dest bihavêjê. Dema wezaret dest bihavêjê, dê karê me zehmettir bibe. Divê şopandin hebe. Li Tirkiyeyê şopandina tiştekî tune ye.”

Simîtê ku ji aliyê hemû beşên civakê ve tê hezkirin jî para xwe ji buhabûnê digire. Buhayê simîtekî ku par bi 5 lîreyan bû, îsal bi buhayê fermî 7 lîre û 50 quriş e lê li gorî cureyan, buhayê simîtekî heta 10 lîreyan jî zêde dibe. Li Diyarbekirê jî bi dehan kargehên ku simîtan çêdikin hene û ew jî dixwazin ku buha li gorî rewşa aboriyê werin diyarkirin.

Simîtpêj Xiyasettîn Kurt dibêje: “Dibe ku ji bo xelkê me baştir be. Ew ji me bêhtir bi buhayên simîtan, bi buhayên tiştên din û bi rewşa enflasyonê dizanin. Heq çi be, bila ew be. Bila yek bi yek li nav dikandaran bigerin, li rewşa aboriyê binihêrin, li dahat û lêçûnê binihêrin, dema wisa bikin, jixwe dê buha diyar bibin.”

Buhayên nan û simîtan êdî dê di bin çavdêriya Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê de werin zêdekirin. Hêviya nanpêj û simîtpêjan jî ew e ku ne ew zirarê bikin ne jî welatî ji ber buhayan mexdûr bibin.