Li Reqayê 19 kes di encama teqîna mînekê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li beyabana rojhilatê Reqayê di encama teqîna mînekê de, 19 kesên ku li dumnelanan digeriyan, hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li devera Recm El-Ecûz a li başûrê Reqayê mînek bi karkerên ku li dumnelanan digerin de teqiya û di encamê de, 19 kes hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di nava kuştiyan de 12 jin hene û eger e hejmara kuştiyan zêde bibe, ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e.

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Reqayê got, hemû qurbanî xelkê gundê Şirîdanê ne û hişyarî da xelkê ku neçin beyabanan.

Beşek ji xelkê parêzgehên Dêrazor, Reqa, Humis û Hemayê jî bi komkirina vê kuvarika (dumbelab), dibara jiyana xwe dikin, salane jî hejmarek kes dibin qurbaniyên mîn û bombeyên ku ji hêla kom û aliyên şer ên curbicur ve hatine çandin.

Li gorî heman çavkaniyê, ji destpêka îsal ve heta niha 77 kes ji ber teqîna mînan li navçeyên cuda yên Sûriyê hatine kuştin ku piraniya wan li navçeyên hikûmetê ne.