Bereyê Tirkmenî tevlî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dibe

Bereyê Tirkmenî li Hewlêrê
Bereyê Tirkmenî li Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Bereyê Tirkmenî radigehîne ku tevlî hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê dibe û parastina mafên pêkhata Tirkmenan li Herêma Kurdistanê jî tekez dike.

Bereyê Tirkmenî îro (Yekşem, 17.03.2024) biryara tevlîbûna xwe di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de ragehand, herwesa daxwaz jî ji dengderên pêkhata Tirkmenan li Herêma kurdistanê kir ku bi awayekî çalak tevlî wê piroseyê bibin, wekî mafekî destûrî û tekezkirina dengê wê pêkhatê.

Ev di demekê de ye ku ji ber biryarên Dadgeha Federalî, piraniya aliyên siyasî yên her du pêkhatên Tirkmen û Kiristiyanan biryar daye ku hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê boykot bikin.

Nûnerên 10 partî û aliyên siyasî yên Tirkmenan ên Herêma Kurdistanê roja Sêşemê, 12.03.2024, di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku, li dijî biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federalî biryar daye hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê boykot bikin.

Lîsta Miletê ya Tirkmenî jî roja 14.03.2024ê ragehand ku tevlî hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê nabin. Herwesa Partiya Îradeyê ya Tirkmenî jî roja 17.03.2024ê red kir ku tevlî pêşbirka hilbijartinan bibe.

Pêştir jî partî û hêz û komeleyên Kiristiyanên Kildanî, Siryanî, Aşûrî û Ermenî roja Duşemê, 11.03.2024, di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Herêma Kurdistanê boykot dikin.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê roja Çarşemê, 21.02.2024, jî ji bo yekalîkirina wan skalayan civiya, yên ku ji aliyê YNKyê ve li dijî mûçeyên fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê û qanûna girêdayî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatibûn tomarkirin.

Dadgeha Federalî di rûniştina xwe ya 12ê de biryar li ser skalayên YNKyê da, li dû wan biryaran jî hejmara kursiyên Perlemana Kurdistanê ji 111 kursiyan bo 100 kursiyan hat kêmkirin.