Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke hevpar a Banka Bexdayê û Banka Urdinî Kwêtî dike

Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke hevpar a Banka Bexdayê û Banka Urdinî Kwêtî dike
Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke hevpar a Banka Bexdayê û Banka Urdinî Kwêtî dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke hevpar a civatên birêvebirinê yên Banka Bexdayê û Banka Urdinî Kwêtî dike û tekezê li ser berdewambûna pirojeya Hejmara Min dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 17.03.2024) pêşwaziya şandeke hevpar a civatên birêvebirinê yên Banka Bexdayê û Banka Urdinî Kwêtî kir, ku Serokê Civata Birêvebirinê ya Banka Bexdayê Macid Saidî serokatiya wê şandê dikir.

Di wê civînê de ku Serokêwezîrê berê yê Urdinê û Endamê Civata Birêvebirinê ya Banka Bexdayê Ebdulkerîm Kebarîtî jî tevlî wê bûbû, pêxemetî pêşxistina sîstema bankê û pêşvebirina aborî li Îraq û Herêma Kurdistanê, danûstandin li ser bicihanîna kar û pirojeyên hevpar bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatin kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kêşa ser çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê sîstema bankê û dîjîtalkirina xizmetkariyan û peredana eliktironî de.

Herwesa navbirî behsa berdewambûna pirojeya Hejmara Min kir û amaje da ku, li ser çend pêşengiyên girêdayî pêşxistina sîstema bankê bi hevahengî û li dû merc û rênimayên Banka Navendî ya Îraqê, bi Serokwezîrê Îraqê û Parêzgerê Banka Navendî re di peywendiyê de ye.

Wê şandê ecêbmana xwe li beranberî pêşveçûna pirojeya Hejmara Min û nerîna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser tevrengkirina aborî û pêşxistina sîstema bankê diyar kir.

Herwesa her du alî li ser giringiya piştevanîkirina bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê çaksaziyên bankê de hevnerîn bûn.

Banka Bexdayê yek ji mezintirîn bankên bazirganî yên Îraqê ye û banka yekê ye di Îraqê de ku li sala 1992ê ji aliyê Banka Navendî ya Îraqê ve destûriya karkirinê pê hatiye dan. Banka Urdinî Kwêtî bankeke Urdinî ye û li gelek welatên Erebî tayên wê hene.