Elî Seîd: Koçkirina berovajî ya awareyan ji bo kempên Herêma Kurdistanê berdewam e

Elî Seîd
Elî Seîd

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Data û Zanyaran ê Fermangeha Hevahengî û Qeyranan dibêje, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vegerandina dilxwazane ya awareyan ji bo deverên wan re ye”.

Birêveberê Data û Zanyaran ê Fermangeha Hevahengî û Qeyranan a Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Elî Seîd taybet ji K24ê re ragehand, “Koçkirina berovajî ya awareyan ji bo kempên Herêma Kurdistanê berdewam e”.

Birêveberê Data û Zanyaran ê Fermangeha Hevahengî û Qeyranan got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vegerandina dilxwazane ya awareyan ji bo deverên wan re ye”.

Navbirî amaje da, “Em amade ne bi Hikûmeta Îraqê û Neteweyên Yekgirtî re ji bo berjewenda awareyan di wê dosyeyê de zêdetir pêngavan diavêjin”.

Pêştir jî Birêveberê Data û Zanyaran ê Fermangeha Hevahengî û Qeyranan a Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Elî Seîd ji K24ê re ragehandibû, “Piştî piroseya azadkirina wan deverên ku DAIŞê dagir kiribûn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi piroseya vegerandinê kir û berdewam bû”.

Navbirî herwesa gotibû, “Li destpêkê du milyon aware û penaber li Herêma Kurdistanê hebûn, niha nêzî yek milyon aware û penaberan hene”.