Qayimqamê Akrê: Ahenga Newrozê bi çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî tê kirin

Dr. Dilawer Herkî
Dr. Dilawer Herkî

Navenda Nûçeyan (K24) - Qayimqamê Akrê radigehîne, “Ahenga Newrozê li Akrê bi çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî tê kirin”. Tekez jî dike, “Tevaya amadekariyên ahengê temam bûne”.

Lijneya Bilind a Aamdekariyên Newrozê li Akrê ku Qayimqamê Akrê Dr. Dilawer Herkî serokatiya wê dike îro (Duşem, 18.03.2024) di konfiranseke rojnamevanî de pilana xwe ji bo birêvebirina ahnegê eşkere kir û bidawîhatina amadekariyên wê ragehand.

Qayimqamê Akrê Dr. Dilawer Herkî ragehand, “Ahenga Newrozê ya Akrê roja 20ê Adarê bi çavdêriya rasterast a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna konsul û nûnerên welatan û bi hezaran mêvanan ji navxwe û derve tê kirin”.

Dr. Dilawer Herkî herwesa amaje da, “Ev festîval dê roja Çarşemê, 20.03.2024, seet 06:30 anku piştî bangê Mexrebê bê destpêkirin. Li destpêka festîvalê, bi hezaran xetîr dê ber bi bilindahiyên Kela Akrê, Kelekevnê, Rezê Mîrî û Girê Topa ve bên birin. Seet 07:40 ê êvarê jî, yariyên agirî li Kela Akrê û Kelekevnê dê bên teqandin, tevî srûdên olî û neteweyî ji bo ku bandor li ser meha Remezanê nebe”.

Serokê Lijneya Amadekariyan a wê ahengê ron jî kir, “Seet 01:00 ê piştî nîvroya roja 20ê Adarê, filka Kanîmamkirokê ya Akrê dê bê daxistin. Rê tenê dê bi nexweşan û wan kesên ku rewşeke tengav heye bê dan ku di wê rê de hatin û çûnê bikin”.

Qayimqamê Akrê eşkere jî kir, “Hêzên ewlehiyê amadekariyên temam ji bo wê merasîmê kirine. Ez dixwazim li vê derê rabigehînim ku her kesekê di wê rojê de teqeyê bike, dê bê girtin û dê rûbirûyî tundtirîn rêkarên qanûnî bibe”.

Navbirî tekez jî kir, “Tîmên Bergiriya Şaristanî dê ji bo her rûdaneke nexwastî li seranserî bajarê Akrê bên belavkirin. Herwesa tîmên kareba û tendirustiyê jî amadekarî kirine, tevaya van tiştan ji bo wê yekê ne ku bi baştirîn awa pêşwaziya mêvan û geştyaran bê kirin”.