Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Kerkûkê alîkariya hejaran dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Nivîsîngeha Kerkûkê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragehand, “Îro me ji bo alîkariya helmeta belavkirina qûtî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî serdana bajarê Kerkûkê kir”.

Berpirsê Nivîsîngeha Kerkûkê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Rêbwar Mihyedîn îro (Duşem, 18.03.2024) ragehand, “Nivîsîngeha Kerkûkê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dest bi helmeta belavkirina qûtî kir. Wekî çandeke salan e, di meha Remezanê de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wekî erkê ser milên xwe vî karî dike”.

Rêbwar Mihyedîn got, “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di vê mehê de herî zêde serdana destkurt û feqîr û hejaran dike. Em dê îsal heşt hezar kartonên qûtî li ser destkurt û hejarên bajarê Kerkê belav bikin”.

Navbirî ron jî kir, “Em wan taxan destnîşan dikin ên ku hejar in û jîn û jiyara wan nexweş e. Em çi navan nanivîsin û em bi xwe taxan destnîşan dikin, îro jî bê cudahiya reng û olan me bi 250 kartonên qûtî serdana bajarê Kerkûkê kiriye, ji bo ku xelkê wê jî ji alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bêbar nebe”.