Romanowski: Ti welatek li herêmê nikare şûna Amerîkayê li Iraqê bigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyoza Amerîkayê li Iraqê dibêje, metirsiya DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê berdewam e û ew pabend in bi ewlehî, aramî û serweriya Iraqê. Herwiha got: “Ti welatek li herêmê nikare şûna Amerîkayê li Iraqê bigire.”

Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski di gotarekê de ku bi her du zimanan (kurdî û îngilîzî) ji K24ê re şand û amaje bi hevkariya stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de kir û got: “Em pabendî ewlehî, aramî û serweriya Iraqê ne û mil bi mil ligel hevkarên xwe yên Iraqî radiwestin, da ku Iraqê ji belaya DAIŞê rizgar bikin. Deh sal piştî derketina DAIŞê û 5 sal piştî têkçûna wê li ser erdê, divê em zelal bin ku hîn jî gefên DAIŞ li ser Iraqê û Sûriyê maye.”

Romanowski got: “Em dixwazin hêzên ewlekarî yên Îraqî şiyanên wê yên pêwîst hebin bo rûbirûbûna gefên paşerojê, lewra ji sala 2012an ve, Kongressa Amerîkayê zêdetirî 3.5 milyar dolar ji bo nûavakirina hêzên ewlekarî yên Iraqê terxan kiriye. Amerîka kelûpelên giring û çekên pêşkeftî yên wek firokeyên F-16 û zirxên şerker Abrams û herwiha rahênana pîşeyî ji bo bihêzkirina hêzên ewlekarî yên Îraqê, ta ku berpirs bin li li hember hikûmeta Iraqê ya xwedî serwerî û karibin parastina Iraqê û rola wê di pêkanîna aramiyê li seranserê Rojhilata Navîn bikin.”

Amerîka wek ku Romanowski gotiye, “hîn jî mezintirîn bexşkarê Iraqê ye. Di 20 salên borî de, Ajansa Amerîkayê ji bo Pêşkeftina Navdewletî (USAID) zêdetirî 11 milyar dolar pêşkêşî Iraqê kir, wek alîkariyekê ji bo baştirkirina civakan. Vê yekê alîkariya Iraqiyan kir ku bi sedan kar ava bikin, bi hezaran derfetên karan biafirînin, 150 dibistanên nû, 25 navendên tenduristiyê û 130 projeyên avê ava bikin.”

Di beşeke de din Balyoza Iraqê got: “Ji sala 2014’an ve, me zêdetirî 3.6 milyar dolar ji bo piştgirîkirina penaberên Iraqî û penaberên kêm-dahat di warên tenduristiyê, derman, ava vexwarinê ya paqij û paqijkirina baştir de pêşkêş kiriye. Ji sala 2017ê ve, me 157 milyon dolar di projeyên bi sponseriya Iraqê de razandine, da ku ava vexwarinê ji zêdetirî 12 milyon Iraqiyan re peyda bike.”

Balyoza Amerîka amaje bi wê yekê jî kir: “Welatên din li deriyê Iraqê dixin û li hember tiştên ku Amerîka û hevkarên me pêşkêş dikin, alternatîfan pêşkêş dikin. Lê wek Balyoza Amerîkayê li Iraqê, ez nabînim ku yek ji wan bi qasî ku Amerîka her roj pêşkêşî gelê Iraqê dike, pêşkêşî bike. Herwiha yek ji wan nikare hevkariyeke rasteqîne ya yeksan pêşkêş bike ku Iraqê bi hemû cîhanê ve girêbide û pêşketina wê bihêz bike. Em di navbera gelên Amerîka û gelê Iraqê de, piran ava dikin ku dê bi çendîn nifşan re berdewam be.”

Romanowski got: “Me piştgirî da Banka Navendî ya Iraqê ji ber ku ew hejmara peywendiyên bankî yên bazirganî yên Iraqê zêde dike, ku ev yek destkefteke sereke ye ji bo Iraqê di asayîkirina peywendiyên bazirganiya navdewletî û pêkanîna bazirganiya ewledar bi dolarên Amerîkî. Di du salên borî de, koma pereyên hilgirtî di bankên bazirganî yên Îraqî de ji sedî 40 zêde bûne, ku ev yek nîşana baweriya bikarberan bi saziyên bankî yên Îraqî ye.