Li Diyarbekirê Pêşangeha Remezanê hat vekirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di Meha Remezanê de li Kolana Hunerê ya Diyarbekir pêşangehek rengîn tê li darxistin ku ji gelek bajaran esnaf berghemên xwe didin pêşandan û xelkê Diyarbekir jî ji bo amadekariyên fitarê berê xwe didin vê pêşangehê lê welatî ji bihayan jî bi gilî ne.

Li Kolana navdar a Diyarbekirê mazuvaniya çalakiyeke taybet tê kirin. Li Kolana Hunerê ya ku yek ji remzên Diyarbekir e Pêşangeha Remezanê dest pê kiriye û ji gelek bajaran esnaf û hilberîner di vê pêşangehê de beşdar in. Amadekarên pêşangehê didin zanîn ku wan xwestiye di meha Remezanê de jî welatiyan bikêşin kolanê û bo vê yekê jî ji aliyê Komeleya Kolana Hunerê ve Pêşangeha Remezanê ya Yekem hatiye li darxistin.

Sekreterê Komeleya Kolana Hunerê Murat Taşkiran: “Me xwest ku di meha Remezanê de jî hatçoya vê kolanê zêde be, ji ber wê me ev pêşangeh li dar xist. Me ji hemu bajara mêhvan vexwendin vê derê. Heta niha baş e, ez dikarim bejim rojane 10 hezar welatî serdana kolanê dikin.”

Esnaf û hilberînerên ku di Pêşangeha Remezanê Ya Kolana Hunerê de beşdar in didin zanîn ku xelkê Diyarbekir girngiyek cuda dide meha Remezanê û herî zêde şîranî û xurekên sereke tên firotin.

Beşdar Veysel Av: “Ez ji bajarê Orduyê beşdarî vê pêşangehê dibim. Min li gel xwe helawa ku ji dimsa hirmî û tirî tê çêkirin aniye. Di Tirkiyeyê de ji bilî min kes çênake, kîloya wê 650 lîre û rojane 10 kîlo difiroşim. Diyarbekirî jî wekî me ji şîranîyê gelek hes dikin”

Beşdar Mert Şenal: “Ez ji bajarê Hatayê hatim. Ez mexdurê erdhejê me, kargeha me ruxiya û em jî beşdarî pêşangehan dibin. Dema xelk dibînin em ji Hatayê hatine hestiyariyê nîşan didin. Baş e, qasî debara me bibe firotina me çêdibe.”

Welatşyên Diyarbekirê jî ji Pêşangeha Remezanê ya Kolana Hunerê keyfxweş in û bo danustanê berê xwe didin kolana navdar lê qasî kesên ku keyfxweş in, kesên ji bihayan bi gilî ne jî hene, li gel kesên danustanê dikin kesên destvala vedigerin jî hene.

Welatî Hamdullah Demîr: “Pêşangehek baş e, keyfa me jê re tê lê derfeta me nîne em dansutanê bikin, ez 10 hezar lîre muçe distînim, lê kîloya vê helawê 650 ye, ezê çawa danustanê bikim.”

Welatî Sumeyye Aydin: “Pêşangehek gelek xweş e, ez hatim bo fitarê danustanê bikim, ez dixwazim her sal ev pêşangeh li vê derê were vekirin.”

Pêşangeha Remezanê ya Kolama Hunerê dê heta dawiya Remezanê bidome ku ji 81 bajaran esnaf hatine vexwendin û beşdar didin zanîn welatiyên Diyarbekirê bo vê pêşangehê nêzîkahiyek teyabet nîşan didin.