10 aliyên Xiristiyanan piştgirî didin biryara PDK'ê ya boykotkirina hilbijartinan

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerên Xirîstiyanan ji Kildan, Aşûrî, Suryan û Ermenan piştgiriyê li biryara Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bayoktkirina hilbijartinên Parlametoya Kurdistanê dikin.

Nûnerên Xirîstiyanan ji Kildan, Aşûrî, Suryan û Ermenan yên Hevpeymaniya Hemorabî, Hevpeymaniya Yekîtiya Niştimanî û Desteya Siyasî ya Bilind a Keldanî daxuyaniyeke hevpar dan û tê de gotin: “Biryara Xiristiyan û Tirkmenan û piştre jî biryara yekalîker a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wek yekem û mezintirîn hêza cemawerî û siyasî li Kurdistanê, gaveke çarenivîsaz e ji bo parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û parastina prensîpên demokrasî, destûr, cudakirina desthilatan û sirûşta federalî ya Iraqê ye.”

Di daxuyaniyê de hat got: “Em spasiya rêzdar Serok Mesûd Barzanî dikin ku careke din îsbat kir ku di hemû qonaxên dijwar û diyarker de, yekem û bihêztirîn parêzvanê rastegîne yê bihayên demokrasî, pêkevjiyan, qewareya federal û destûrî ya Kurdistan û Iraqê ye.”

Herwiha Nûnerên Xirîstiyanên Kildanî, Aşûrî, Suryanî û Ermenî tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên dadmend li Herêma Kurdistanê dikin li ser bingehê rêzgirtina ji saziyên yasayî, destûrî û dadwerî yên Herêma Kurdistanê û li gor yasayeke Kurdistanî û birêkxistina komîsyoneke Kurdistanî ya bêalî û bêyî destêwerdana derve, ku hilbijartineke Kurdistanî be û ji bo hemû Kurdistaniya be, ne bi yasayeke ferzkirî ya derve be.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em piştgirî didin daxuyaniya PDK'ê û hemû pêngavên ku ji bo parastina demokrasî, bêalîbûna saziyên yasayî û destûra Iraqa Federal tên avêtin. Em ê li dijî her biryarekê bin ku sîstema federalî û demokratîk a Iraqê têk bibe, ji ber ku ew îro wek rastiyek û destûr hatiye avakirin û berhema xwîna pîroz a bi sedhezaran şehîdên serbilind ên vî welatî ye.”

Aliyên li ser daxuyaniyê îmze kirin:

- Encûmena Niştimanî ya Kildanî

- Tevgera Hevgirtin Suryanî

- Komîteya Îdarî ya Mezhebî ya Ermenan

- Tevgera Şlama ji bo Karûbarên Xiristiyanan “Kildanî, Suryanî, Asûrî û Ermenî”

- Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kildanî

- Hevbendiya Cîhanî ya Kildanî

- Komeleya Ermenan

- Hevpeymaniya Hamorabî - Iraq

- Hevpeymaniya Yekîtiya Neteweyî - Herêma Kurdistanê

- Desteya Bilind a Siyasî ya Kildanî