Vedant Patel: Parastina mafên pêkhateyan li Iraqê dê bibe sedema aramiya Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel ragihand, welatê wî ji bo aramiya Iraqê, serweriya yasa û parastina hemû pêkhateyên Iraqê, bi berdewamî bi berpirsên Bexda û Hewlêrê re di peywendiyê de ye.

Patel derbarê beşdarînekirina PDKê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ji K24ê re tekez kir, welatê wî li ser mijarên berjewendiyên hevbeş ên weke aramiya Iraqê, serweriya yasa û parastina hemû pêkhateyên Iraqê, bi berdewamî bi berpirsên Bexda û Hewlêrê re di peywendiyê de ye.

Got jî: Rêveberiya niha ya Amerîkayê di wê baweriyê de ye ku aramî li Iraqê bi parastina pêkhateyan û mafên wan ên hilbijartinê li gorî destûra Iraqê, dê bibe sedema aramî û aştiyê li Herêma Kurdistanê.

Ev piştî wê tê, Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 18ê Adara 2024an di daxuyaniyekê de ragihand, ew beşdarî hilbijartinên ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî tên kirin, nabin.

Piştî daxuyaniya Polîtburoya PDKê û ragihandina helwesta fermî ya li ser binpêkirinên berdewam ên Dadgeha Federalî li dijî Herêma Kurdistanê, proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê dê derbasî qonaxeke nû bibe.