Amerîka û UNAMI helwesta xwe li ser biryara PDKyê ya di derheqa hilbijartinan de radigehînin

Alayên UNAMI û Amerîkayê
Alayên UNAMI û Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyoza Amerîkayê li Îraqê û UNAMI nîgeraniya xwe li ser biryara PDKyê ya tevlînebûna di hilbijartinan de diyar dikin û daxwaza çarekirina arêşeyan dikin û tekezê li ser parastina mafê dengdanê ji bo tevaya welatiyên Herêma Kurdistanê dikin.

Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski duhî (Duşem, 18.03.2024) ragehand, “Pêdivî ye tevaya xelkê Herêma Kurdistanê li ser paşeroja xwe dengê xwe hebe”.

Balyoza Amerîkayê li Îraqê amaje jî da, “Em daxwazê ji Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin piştrastiyê bidin ku hilbijartin dê azad û dadperwer û şefaf û bawerpêkirî bin”.

Herwesa Şandiyê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Îraqê UNAMI jî di peyamekê de li ser helwesta PDKyê ya tevlînebûna di hilbijartinan de ragehand, “Em daxwazê ji tevaya aliyan dikin ku di berjewendiya xelkî de pêxemetî gehiştina çareseriyê kar bikin”.

Mekteba Siyasî ya PDKyê duhî (Duşem, 18.03.2024) beyannameyek li ser rewşa niha ya Îraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, biryarên Dadgeha Federalî û çend pirsên din belav kir û ragehand, “Em aliyên hevpeymaniya îdareya dewletê dixin beranberî berpirsyarîtiya niştîmanî di bicihneanîna destûrî û tevaya xalên lihevkirina siyasî û îdarî yên pêkanîna kabîneya niha ya Hikûmeta Îraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî de, berovajî wê yekê jî em nikarin li ser piroseya siyasî berdewam bin”.

Mekteba Siyasî ya PDKyê di derheqa biryarên Dadgeha Federalî yên li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de jî ragehand, “Em wekî berjewenda gel û niştîmanê xwe dibînin ku partiya me neçe bin barê pejirandina biryara nedestûrî û sîstemeke sepandî ji derveyê îradeya gelê Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên destûrî û tevlî hilbijartinekê nebe ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî û li jêr sîbera sîstemeke sepandî bê kirin”.