Xemîs Xencer: Diyalog ji bo çarekirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê baştirîn rê ye

Xemîs Xencer
Xemîs Xencer

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê ya Sunî dibêje, “Diyalog ji bo çarekirina arêşeyên siyasî yên navbera Hewlêr û Bexdayê baştirîn rê ye”. Tekez jî dike, “PDK payeyeke serekî ya piroseya siyasetê ya Îraqê ye”.

Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê ya Sunî Xemîs Xencer îro (Sêşem, 19.03.2024) li ser tora civakî ya Xê ragehandinek di derheqa biryara PDKyê ya boykotkirina hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê de belav kir.

Xemîs Xencer amaje daye, “Biryara PDKyê ji bo boykotkirina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û amajeya wê ji bo vekêşana ji piroseya siyasî ya Îraqê paşeroja welatî dixe metirsiyê”.

Navbirî di pareke din a ragehandina xwe de ron kiriye, “Diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê bi tevlîbûna tevaya pêkhatan, ji bo çarekirina arêşeyên siyasî yekane û baştirîn rê ye”.

Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê ya Sunî li dawiya peyama xwe nivîsiye, “PDK payeyeke serekî ya piroseya siyasetê ya Îraqê ye”.

Mekteba Siyasî ya PDKyê duhî (Duşem, 18.03.2024) beyannameyek li ser rewşa niha ya Îraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, biryarên Dadgeha Federalî û çend pirsên din belav kir û ragehand, “Em aliyên hevpeymaniya îdareya dewletê dixin beranberî berpirsyarîtiya niştîmanî di bicihneanîna destûrî û tevaya xalên lihevkirina siyasî û îdarî yên pêkanîna kabîneya niha ya Hikûmeta Îraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî de, berovajî wê yekê jî em nikarin li ser piroseya siyasî berdewam bin”.

Mekteba Siyasî ya PDKyê di derheqa biryarên Dadgeha Federalî yên li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de jî ragehand, “Em wekî berjewenda gel û niştîmanê xwe dibînin ku partiya me neçe bin barê pejirandina biryara nedestûrî û sîstemeke sepandî ji derveyê îradeya gelê Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên destûrî û tevlî hilbijartinekê nebe ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî û li jêr sîbera sîstemeke sepandî bê kirin”.