Mesrûr Barzanî: Binpêkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê xizmeta berjewendiya welatiyên Iraqê nake

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Adara 2024an pêşwazî li Balyozê Îtalya li Iraqê Maurizio Greganti kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de gotûbêj li ser geşepêdana peywendiyên dualî û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê hatin kirin.

Derbarê babeta hilbijartinên Herêma Kurdistanê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em li gel wê yekê ne ku hilbijartin li ser bingeheke dadperwerane û di çarçoveya parastina mafên hemû pêkhateyên Kurdistanê de û dûrî rojeva siyasî were kirin.”

Herwiha tekez kir jî: “Gavên ber bi tekrewî, dîktatorî û binpêkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, nakeve xizmeta ewlehî, aramî û berjewendîyên welatîyên Îraqê.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin, “Balyozê Îtalya li Iraqê daxwaza welatê xwe ya ji bo piştevanîkirina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê tekez kiriye.”